Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyekî Kurdê Urmiyê ji aliyê hêzên ewlehî va het girtin

20:58 - 1 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî Kurd li yek ji kulanên bajarê Urmiyê ji aliyê hêzên bi cilên şexsî ve hat girtin.

Li gorî nûçegehaniya kempêyîna navnetewî a mafê mirov li Îranê, “Şêrzad Bêgzadê” xelkê gundê “Huwesn”a ser bi devera Urmiyê li yek ji şeqamên wî bajarî ji aliyê hêzên bi cilên şexsî ve bi bêrêzî kirin hat girtin.

Xêzana Şêrzad Bêgzadê ku li gel vî bû ji aliyê wan hêzane ve bêrêzî û bihirmetî ji vê hatiye kirin.

Li gorî vê nûçeyê, hevwelatiyê han mehek berî niha bi telefunî ji aliyê îdareya Îtilta Urmiyê ve hatibû gazî kirin.

Malbata hevwelatiyê Kurd ji bo serdana kurê xwe li girtîgehê de serdana dadistanê kirine lê li gel muafiqet li vê serdana ji aliyê dadistanê ve û hêzên ewlehî daxwaz ji malbata Şêrzad kirine ku dema milaqat kirinê dibe bi Turkî ji gel hev biaxivin û malbata Bêgzade ji vê serdanê poşman bûne.

Hevwelatiyê han sala 2004’an, bi sûça “alîkarî kirina li gel partiyên Kurdî” heyamê 6 mehan li îdareya Îtilata Urmiyê de bûye û paşan yek sal bi zîndana tezîrî û 3 sal zîndana telîqî hetiye mehkum kirin.