Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyekî Selmasê hat girtin û çarenivîsa vî nediyare

20:39 - 25 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Hadî Qizilbaş xelkê Selmasê ji aliyê hêzên wezareta Îtilata rejîma Îranê hat girtin û heya niha agahiyekî wusa li ser nine.
Li gor nûçegehaniya Hirana, roja şemî berwar 22’ê Hezîran a 2013’an, Hadî Qizilbaş temen 36 salî kurê Hesen û xelkê gundê “Hesnava” ser bi devera bajaroka Selmasê ji aliyê hêzên wezareta Îtilatê hat destbiserkirin.
Malbata girtiyê han serdana wezareta Îtilata rejîmê kirine û zanyariyek bi van nehatiye gotin û heya niha bêagahin ji kurê xwe.
Tê gotin ku Qizilbaş bi sûça ewlehî û alîkarîkirin bi yek ji opozîsyonên rejîma Îranê hatiye girtin.