Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyekî xelkê Nexedê seba teqîna Mînê bû qurbanî

15:23 - 4 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Hevwelatiyekî bajarê Nexedê seba teqîna mînên dariştî yê serdema şerê rejîma Îranê û Îraqê, lingekê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, berwar 2’ê Gulan a 2013’an, “Faxir” xelkê bajarê Nexedê li devera Badgîr li xala sînoriya Pîranşehr û Herêma Kurdistanê kete ser mîn û lingekê xwe ji dest da.

Ew hevwelatiye şofêrê tirombêl “Tirîrî”yê bûye û seba qerebalixiya rêyan û kêşeya fenî, tirombêla xwe nizîkî Hacî Omeran dihêle û xwastiye li deverên sînorî de biçe Pîranşehrê.

Hevdem du kesên din jî li gel Faxir bûne û cihek bi navê Badgir tûşî vê bûyerê bûne.

Hevwelatiyê xelkê Nexedê a niha di nexweşxaneyekî bajarê Hewlêrê de ye.

Çend roj berî niha hevwelatiyek din bi navê “Rehîm Kerîmî” Xelkê gundê “Berdereşe”a Merîwanê seba ketina ser mîn bi tundî hatiye birîndar kirin û li encam de lingekê xwe ji dest dide.

Piştî tewaw bûna pitir ji 36 salan li ser şerê navbera rejîma Îranê û Îraqê hişta dijminekî weşartî bi navê Min tirsekî mezine bo hevwelatiyan û bi taybet ser akinciyên parêzgeha Urmiye, Îlam, Kirmanşan û Kurdistanê.