Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

hevwelatiyên Îlamê û Îna bê agir

15:28 - 13 Hezîran 2015

Kurdistan media: Di bangewazekê de daxwaz ji hevwelatiyên Îlamî hat kirin ku roja înê, bi îna bê agir biborînin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, ji ber agir girtina berfireh ya daristanên bajarê Îlamê û xesarên zêde ji daristan û çêrîngehên wê deverê, Civata Çiyavanên Îlamê bi lidarxistina kempîn û gurûpan li ser torên civakî, roja înê bi roja “Bê Agir” bi nav kirin.

Civata Çiyavanî ya Îlamê li jêr durûşma “îna bê agir” de ragehandinek belav kirin û daxwaz dikirin ku daristanan hewcehî bi balkişandinê hene, lewma roja înê, bi îna bê agir wesf kirin.
Di daxuyaniya çiyavaniya Îlamê de, daxwaz ji hevwelatiyan hatibû kirin ku roja îna xwe ji agir hilkirina li surûştê de biparêzin heya ku ev în, bibe destpêkek jib o hemû înên bêagir.

Di çend hefteyên borî de, daristanên Îlamê şevitînek mezin bi xwe dîtine û eva jî bûye sedem ku zirar û xesarek mezin bi daristan û çêrîngehên wê parêzgehê bikewe.