Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevwelatiyên Îranê bi sedema vîrûsa Koronayê roj li pey roj canê xwe ji dest didin

11:13 - 1 Adar 2020

Bi sedema vîrûsa Koronayê di Îranê de xelk roj li pey roj dibine qurabî û pêka amarên fermî, heya niha di Îranê de 43 kesan canê xwe ji dest dane.

Pêka amarên Wezareta Tendirustî ya Îranê jî, heya niha 595 kes bi vîrûsa Koronayê ketine.

Pêka hin ji amarên nefermî ku hatine tomarkirin, heya niha 210 kesan bi sedema vîrûsa Koronayê di Îranê de, canê xwe ji dest dane.

Îran piştî welatê Çînê Duyemîn welat e, ku zêdetirîn qurbaniyên vîrûsa Koronayê heye, û rejîma Îranê rastiyan diweşêre û amarên serast belav nake.

Rejîma Îranê bi awayekî bi zanebûn axûndên bajarê Qumê ku rastî Koronayê hatine, di bajarên din ên Îranê û nemaze yên Kurdistanê de qerentîne dike, ku xelk tûşê wê vîrûsê bin.

Vîrûsa Koronayê di piraniya welatên cîhanê de hatiye dîtin û qurbanî li pey xwe ve aniye.

Pêka dawî amarên ku roja Şemî hatiye tomarkirin, di welatê Çînê de 2838 kesan canê xwe ji dest dane û 79 hezar jî tûşbûne. Di Koreya Başûr de jî, 3150 kes tûşbûne û 16 kes jî bûne qurbanî. Di Îtaliayê de jî, 1000 kes tûşbûne û 29 kes jî bûne qurbanî. Di welatê Qeterê de jî yekemîn tûşbûyê vîrûsa koronayê hatiye dîtin û di Îraqê de jî 5 kes hatine dîtin.