Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevxemiya gelê me li her derê bona şehîd ketina 3 Jîngeparên Rojhilatê Kurdistanê

12:50 - 30 Hezîran 2020

Piştî evê ku 3 Jîngeparêzên Kurdistanê li herêma Hewramanê di dema ku li cehda temirandina Agir de, şevitîn û mixabin canê xwe ji dest dan, ku 2 ji wan endamên têkoşere PDKÎ bûn, Part û aliyên siyasî û sazî û kesayetiyên Kurd li herderî bi bihîstina şehîd bûna wan 3 xortên fîdakar, xembar bûn, bi hinartina peyaman hevxemiya xwe dane kivşê.

Di vê derheqê de hersêk Partiyê Hakpa, Parta Azadiya Kurdistanê û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê li Bakura Kurdistan , bi peyam û peywendiyan hevxemiya xwe dane xûyakirin.

Latif Epözdemir Serokê Giştî yê HAK-PAR ê di peyama xwe de nivisiye:

Rejîma Iranê ya Zordest (tûndrew) li herêma Kurdistanê li bajarê Hewraman û Pave, ji ber sedemên ewlekarîyê agir berdide daristanê Kurdistanê, Sê peşmerge yên PDKÎ yê ku dixwestin pêşî li êgir bigirin canê xwe ji dest dan.

Em van kiryarên rejîma Îranê yên dijî mîrovanîyê  û bi nefret,  şermezar dikin.

Ji bo peşmerge yên jîngeparêz ku jîyana xwe ji dest dane rehmetê û ji bo malbatên wan sersaxîyê dixwazin. Sersaxîyê ji bo PDKI jî dixwazim.

Herwisa parekî zaf ji endamên Partiya Sosyalîst û Partiya azadiya Kurdistanê jî bi peywendî girtina di gel Hizba Demokrat hevxemiya xwe ragihandine û kiryarên agir berdan Kurdistan ji aliyê rejîmê ve şermezar kirine.