Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlek ku morala Îsraîlê bilind dike

13:04 - 16 Adar 2013

Selîm Zencîrî

Hevdem li gel birêveçûna gera nû ya gotûbêjên bêencame navikî ên Îranê bi gurûpa 5+1 li Almatî a Qezaqistanê de, du hewlên din bona givaştina zêdetir a rejîma Komara Îslamî a Îranê ketin rojeva siyasî a Amerîkayê ku li egera pesend bûna wan de xeterek mezin rastî rejîmê tê.

Yekem, hewildana hin endamên kongirêsa Amerîkayê ye ku ji riya givaşên xwe li ser Wezareta Karên Derve ya USA, dixwazin navê Sipaha Pasadaran a Îranê bikeve nava rîzbenda gurûpên terorîstî de. Endamên Komîteya Karûbarên Derve li Civata Nûnerên Amerîkayê de tevî mehkûmkirina çalakiyên Sipaha Pasdaran, ji Wezîrê Derve xwastin ku helwesta xwe li dor cihdana navê Sipahê li vê rîzbendiyê de zelal bike.

Ji hêla din ve hejmarek ji endamên Meclîsa SENA a Amerîkayê bi serperestiya Robêrt Mînîndîz, serokê komîteya kar û barên derve ya SENAT’ê reşnivîsa yasayekê amade kirine ku li egera pejirandina wê de, Amerîkayê neçar dike li egera êrîşa leşkirî a Îsraîlê bo ser Îranê, li hemû warên aborî, dîplomatîk û leşkirî de alîkariya Îsraîlê bike. Senatorê Komarîxwaz, Lîndsî Girîm ku yek ji amadekarên wê gelaleyê ye ragihandiye ku ‘’ kes xwaziyarê şer û kêşe li tu cihê cîhanê de nine, lê em naxwazin bibînin ku Îran gihaye bomba Etom’’.
Her du hewlên han dikare metirsiyek mezin be bo ser rejîmê Îranê. Ji berku cihgirtina navê Sipahê li rîzbenda gurûpên terorîstî de wê gelek sînoran bo Sipahê, endamên wê û rêxistin û torên jêr çavdêriya wê de pêk bîne.

Hewla din jî ku li egera pesendbûnê de piştevaniya Amerîkayê ji Îsraîlê bona êrîşa ser Îranê garantî dike, dikare moral û lezgîniyê bide bîroke û vebijêrka şer ku mêjdeme Îsraîlê ragihandiye bona parastina xwe dê wî karî bike. Ji ber ku ew li ser wê baweriyê ne ku baykot û got û bêj li ser Îranê bêencam in û nabine sedem ku pirograma navikî a Îranê bisekine. Jiberku ceribînên navikî ên Koreya Bakûr nimûneyek eşkere ji şikesta dîplomasiyê bona sekinandina pirogramek navikî ne.
Berê jî Natanyaho ragihandibû ku kopika sebra wan heya dawiya Buhar û Hawîna sala 2013’an e û ger got û bêj bersivder nebin û nekarin şemendefira navikî a rejîmê bisekinînin, vê êrîşa Îranê bê kirin. Lê em dibînin ku nêzîk bi dehsalekê ye ku Komara Îslamî a Îranê bi taktîkên cur bicur kariye rojava bixapîne û demê jî bi qazanca xwe bikuje û asta metirsiya xwe jî zêde bike.