Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heya niha nêzîkê 11 hezar jin li kirîza Sûriyê de hatine kuştin

19:50 - 26 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Saziya mafên mirov ragihandin di destpêka şer û pevçûna Sûriyê de hêzên rejîma Beşar Esed nêzîkê 11 hezar jin kuştin e.

Saziya mafên mirov a Sûriyê di raporekê de eşkere kir, di
destpêka şoreşa Sûriyê de haya niha nêzîke 11 hezar jin ji aliyê hêzên rejîma Esed ve hatine Kuştin.
Saziya mafên mirov a Sûriyê bi boneya 25\'ê Novemberê roja Cîhanî ya berawanî li gel tundatîjî li dijî jinan raporek li ser rewşa jinên Sûriyê bilav kir û têde hatiye ku di destpêka şer û pevçûna Sûriyê de heya niha 10 hezar û 853 jin hatine kuştin û 7500 jin jî rastî tundutîjiya cinsî (sexî) bûn e.

Di nav wan 10 hezar û 853 jinane de 3 hezar û 614 zaroz bûne ku hatine kuştin û 7500 jinên ku di girtîgehên hêzên rejîma Sûriyê de rastî seksê hatine 400 ji wan keç bûne ku temenê wan jêr 18 saliyê bûne.
Di raportê de hatiye zanîn ku 2 milyon û 100 jin di hundirê Sûriyê de penaber bûne û yek milyon û 100 jin jî li derveyî Sûriyê koçber bûne.

Her wusa di vê raporê de hetiye, 4 hezar û 500 jin di zîndanên hêzên rejîma Beşar Esed de ne ku 29 ji wan di bin eşkencê de hatine kuştin.