Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyamê 24 demijmêran de 8 hevwelatiyên Kurd bi goleyên hêzên rejîma Îranê hetin kuştin û birîndar kirin

16:12 - 8 Gulan 2013

Kurdistanmedia: 8 hemwelatiyên Kurd bi bê hokareke nediyar ji aliyê hêzên Îtnizamiyên rejîma Îranê vê hetin birînar kirin û kuştin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja şemî 4’ê Gulan a 2013’an, 4 welatiyên Kurd bi goleyên hêzên Întizamiyên hetin kuştin û 4 din jî hatin birîndar kirin.

Roja çarşem berwar 4’ê Gulan a 2013’an, Nebî Ebdullahî, Mehdî Ebdullahî xelkê gundê “Banewer” û Salih Salihî xelkê Gundê “Serkiran” a ser bi Pawê li ser rêya Sawe û Teranê ji aliyê hêzên Întizamî ve teqe ji wan hetiye kirin û li encam de Nebî Ebdullahî xelkê “Banewer”a bajarê Pawê tê kuştin.

Her li encama wê destdirêjiyê de Mehdî Ebdullahî birayê Nebî û Salih Salihî hatin Birîndar kirin û destdirêjî kirin bi tirombêla wan her sê welatiyane di demekê de bûye ku tu kelupelek li gel wan nebûye.

Her di vê pêywendiyl de Mehdî xelkê gundê “Banewer”a ser bi bajarê pawê ji aliyê hêzên rejîme ve bi birîndarî hatibû girtin û nawendên pêywendîdarên rejîm bo serbest kirina hevwelatiyê han daxwaza pitir ji yek milyard Tûmen wesîqe kirine.

Ji aliye din ve her roja 4’ê Gulan a 2013’an, 5 hevwelatiyên kurd li bajarê Sarî li parêzgeha Mazenderanê ji aliyê hêzên Întizamî ve teqeyên rasteras bi wan hat kirin û li encam de 3 welatî hatin kuştin yek jî hat birîndar kirin.

Navê yek ji welatiyan “Ebdulla Mistufî” û xelkê bajarê Seqizê hatiye ragehandin. Her wisa 4 kesên din xelkê bajarên Pawe û Ciwanroyê bûn.


Çavkanî:
- Ajansa nûçegehaniya Kurdpa

_ Malpera Kurdistanmedia