Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyamê destbiserkirina birayên Kurdpûr bo du mehên din hat dirêj kirin/ Xusro dawî bi gireva bircîbûna xwe anî

14:37 - 16 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Heyamê binçavkirina Xusro û Mes’ud Kurdpûr bo du mehên din hat dirêj kirin û hevdem Xusro piştî 25 rojan li girtîgeha Îtilata Sipaha rejîma Îslamiya Îranê li Urmiyê, dawî bi gireva bircîbûna xwe anî.

Kemal Husênî rojnamevanê Kurd bi malpera Kurdistanmedia ragehand, roja sêşemî 14’ê Gulana 2013’an, Xusro Kurdpûr rojnamevan û berpirsê Ajansa Nûçeya Mukriyanê li ser daxwaza malbat û dost û parêzvanê xwe dawî bi gireva bircîbûna xwe anî.

Mes’ud û Xusro Kurdpûr li zîndana takekesiyên Îtilata Sipasê bo girtîgeha nawendî a ewlehî hatine veguhastin.

Husênî got: “Heyamê destbiserkirina birayên Kurdpûr bi awayeke çavrewan nekirî bo du mehên din hatiye dirêj kirin”.

Parêzvanê birayên Kurdpûr li ser hewla “Bazpirs”ê dogeriya Mes’ud û Xusro Kurdpûr narizayetî derbirîn.

Nawendên pêywendîdar bi rejîma Îslamiya Îranê heya niha îzna wan nedaye ku parêzvanê birayên Kurdpûr çavê vî bi wan du rojnamevana bikeve.

Eva cara duyame ku dema binçavkirina (Qerarê bazdaşt)a birayên Kurdpûr dirêj dikin.