Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyamê du heftiyan de 20 kes li Îranê hatin bidarvekirin

16:57 - 7 Îlon 2013

Kurdistanmedia: 14 rojan de 20 hevwelatî li bajarên cûr ba cûrên Îranê ji aliyê dezgeha dadwerî û nawendên pêwendîdarên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine bidarvekirin û 2 kesên din jî hukma bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.


23’ê Tebaxa 2013’an heya 5’ê Îlona 2013’an, 20 kes huhkma wan hatiye cîbîcî kirin û li nav wan 20 hemwelatiyane de 3 kes Kurd bûn e.
Piraniya rêjeya îdam di vê heyamê de li bajarê “Qum”ê hatiye cîbîcî kirin û paşan Kiman û Ehwaz bi duyem û sêyem in.
Bi rîz: Qum 5 kes, Kiman 4 kes, Ehwaz 3 kes, Îsfehan 2 kes, Erdebîl, Weramîn, Kaşan, Kimanşan (Dîzilava), Îlam û Sine her yek kesek target=_blank>hatine bidarvekirin.

Di vê pêwendiyê de nûçegihaniya Hirana bilav kir, her di vê heyamê de du kesên din jî bi îdamê hatine mehkûm kirin ku yek ji wan Kurd e û xelkê bajarê Selamê ye.

Çavkaniyê ewa jî xiste ber bas, dezgeha dadweriya rejîma Îslamiya Îranê pişkek ji wan bidarvekirinane medeyên hişber û qetil ragihandiye.