Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyamê girtina birayên Kurdpûrli girtîgeha Îttlatê bo mehek din hat dirêj kirin

15:17 - 11 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Heyamê mehek din li girtina (Qererê Bazdaşt)a Mes’ûd û Xusro Kurdpûr du rojnamevanê Kurd, ji aliyê dezgeha dadveriya rejîma Îslamiya Îranê ve hat dirêj kirin.

Li girtina du rojnamevanên han 34 roj li ser girtina wan derbas dibe û heya niha çarenivîsa doza wan ji aliyê dezgeha dadveriyê ve eşkere nebûye û serbarî ev hemu kêmasiyan mehek din li zîndanî kirina wan zêde kirine.

Li gorî yasayên dezgeha dadverî a Komara Îslamiya Îranê,kesên girtî heta 24 demjimêran di vê sûça wî bihê diyar kirin û di bin çavedêriya dezgeha dadverî bihê zîndanî kirin, lê heya niha Mes’ûd û Xusro Kurdpûr li jûrên takekesî yên Îdareya Îttilat hatine girtin.

Her di vê pêywendiyê de ajansa nûçegehaniya Kurdpa serbarî bas kirina li ser vê yasayê, bilav kir, ew kesên ku têne destbiser kirin cara yekem hukma mehek qererê bazdaştî bo wan derdikeve û li qunaxeke din de li gorî sûçê wî ev hukma heya 4 mehan dirêj dibe.

Birayên Kurdpûr berwar 8 û 9’ê Adara 2013’an ji aliyê hêzên Îttilatî a rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Mihabedê hatin girtin û paşî derbas bûna pitir li sê heftî li ragirtina Mes’ûd û Xusro Kurdpûr li girtîgeha îdareya bajarê Mihabadê, bo îdareya îttlata bajarê Urmiyê hatin veguhastin.