Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyatî: Berpirsan zarokên xwe şandine derve, û dibêjne me jî ber xwe bidin

10:55 - 12 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Heyatî yek ji bêjerên herî naskirî ên televîzyona rejîma Îranê dengê nerazîbûna xwe bilind kir.

Di nava Îranê de, niha êdî zulm û stem gihîştiye astekê ku kesên herî emegdar bi îdeolojiya Wilayeta Feqîh jî nikarin bêdeng bimînin û dengê nerazîbûna xwe digehînin guhên cîhanê.

Yek ji wan kesan, Mihemedriza Heyatî ye ku bi salan e di beşa nûçeyan ya Saziya Deng û Reng a rejîma Îranê de kar dike û kesekî herî naskirî ye di biyavê karê xwe de. Ew ku bi salan e bûye bilindgoya rejîmê û siyasetên wê digehîne guhên xelkê, û yekem kes e ku nûçeya mirina Xomêynî bi dengê xwe belav kir, niha ew jî ji vê rejîmê û siyasetên wê bêhêvî bûye û dizane ew rayedar li ser hesaba wan çawa zikê xwe têr dikin û serwet û samana welat ji xwe re didizin û xelkê din jî bo peydakirina pariyeke nan xwe li av û agir dide.

Mihemedriza Heyatî di vê derheqê de weha dibêje: Min qet tu carî hizra vê nekiriye ku ez herim dervey welat. Ez naxwazim ku welatê xwe bi cih bihêlim. Lê ew berpirsên niha xwe ji me şoreşgertir dizanin û şev û rojan bas ji şoreşgerbûnê dikin, niha wan hemiyan zarokên xwe şandine dervey welat. Şandine Amerîka û welatên din. Wate ew welatên ku şev û rojan dujinan didin me û bêhurmetiyê bi me dikin. Her ew rayedar niha dibêjne xelkê ku hûn dibe li hemberî dorpêçan û giraniyê de ber xwe bidin. Gelo ma çawa dibe. Hûn zarokên xwe bişînin  dervey welat û we jiyana herî baş hebe, û bêjne xelkê jî berxwedaniyê bikin?!.