Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek PDKÎ li salvegera avakirina “Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistan”ê beşdarî kir

12:28 - 7 Şibat 2022

Roja Yekşemî 17`ê Rêbendanê, heyetek PDKÎ bi serperiştiya Cihgirê Duyem yê Lêpirisyarê Giştî yê PDKÎ û Berpirsê Dezgeha Pêwendiyên Giştî yê Partiya Demokrat “Mihemednezîf Qadirî” bi hilkefta 28mîn salvegera avakirina “Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistan”ê serdana melbenda 16 a wê Partiyê li bajarê “Koyê” kir.

Heyeta Hizbê ji aliyê Endamê Serkirdayetiya Partiya “Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistan”ê “Kawe Memend” û Berpirsê Melbenda 16 a wê Partiyê ve hate pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtinê de “Mihemednezîf Qadirî” peyama pîrozbahiya Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎê “Mistefa Hicirî” bi hilkefta 28mîn salvegera avakirina Partiya “Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistan”ê pêşkeşê Serkirdayetî û Endamên Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê kir.