Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteka Partiya Kedkaran û Rencderan ên Kurdistanê serdena Deftera Siyasiya PDK Îranê kirin

17:26 - 23 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya kedkaran û Rencderan ên kurdistanê bi serperestiya rêzdar “Bapîr Kamela” sekretêrê giştî ê vê partiyê, seredana deftera siyasî a PDKÎ kir.

Li gor nûçegehaniya kurdistanmedia, şanda han ji aliyê heyeta PDKÎ ve, bi serperestiya rêzdar “Mistefa Hicrî” sekretêrê giştî ê PDKÎ hat pêşwazî kirin.

Ew seredana han di roja duşemî 2’ê Banemer hat encam dan û ji despêkê de rêzdar ”Bapîr Kamela” bas ji rewşa kurd li herêma kurdistanê û bitaybet rewşa navbera hikumeta nawendî û hikumeta herêmê de kir, û li ser rewşa Sûriyê û destêwerdanên dewletên deverê û têkdana aloziyan peyivî.

Rêzdar “Bapîr Kamela” rola PDKÎ li deverê û berfirehkirina wan pêwendiyan, bi erênî nirxand û got.” Çavnihêriya vê ji PDKÎ tê kirin ku li pêşerojê de bikare roleke mezintir bilîze.

Piştre rêzdar “Mistefa Hicrî” basek giştî li ser rewşa deverê û ev guherînên ku rû dane, û guherînên li pêşiya me de kirin, û kêfxwşiya PDKÎ ji bo nemana dîktatoran di deverê de ragehand.

Rêzdar “Hicrî” bas ji rola têkderane ya komara Îslamiya Îranê ji deverê de kir û got. “di dawiyê de daxwaz û îradeya xelkê dê serkeve û pêşveçûna tund a vê prosê jî girêdayî bi bandora xelkê û hêzên şoreşgêr û teslîmnebûn li hember daxwaza dîktatoran ve heye.