Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Partiya Demokrat di meresima “Roja Nîştimanî” ya welatê Romaniyayê de amade bû

16:17 - 9 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Heyeteke Pêwendiyên Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li merasima Roja Nîştimanî ya welatê Romaniyayê de di bajarê Hewlêrê de amade bû.

Êvara roja Yekşemî, 17`ê Sermaweza 1398`an, li ser banghêjiya fermî ya konsolgeriya welatê Romaniy li bajarê Hewlêrê, heyheteke Pêwendiyên Giştî ya PDKÎ bi serpereştiya “Mihemednezîf Qadirî”, Cihgirê Duhem ê Lêpirsyarê Giştî yê Hizbê, beşdarî li merasima Roja Nîştimanî ya welatê Romaniyayê di bajarê Hewlêrê de kir, û navbirî bi vê hilkeftê pîrozbahiya Partiya Demorat bi “Horiya Mîhayîl” serkonsolê wî welatî re got.

Cihê basê ye ku, şanda Pêwendiyên Hizbê, di vê merasimê de çavê wan bi komek kesayetiyên siyasî û dîplomatkar û serkonsolên welatên bîhanî li Hewlêrê kevt û bi hev re guherîna bîrûrayan kir.