Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke Partiya Demokrat, serdana Nivîsînigeha Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Swê `idê kir

12:34 - 20 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Heyeteke Partiya Demokrat ya li welatê Swê `idê serdana Nivîsîngeha Nûneratiya  Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li welatê Swê `idê kir.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  rêkefta 26`ê Rezibera 1397`an (18`ê Çiriya Pêşîn), heyeteke Partiya Demokrat, bi serperestiya Hemîd Teymûrî, nûnerê pêwendiyên hizbê yê li welatê Swê `idê û Enwer Kakeyî û Nasir Ezîzî, serdana Nivîsîngeha Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin, û digel rêzdar Bextiyar Ebdulrehman nûnerê pêwendiyên Hikûmeta Herêmê, yê li welatê Swê `idê kirin.

Di vê civînê de, li ser komek basên girêdayî bi Kurdistanê axavitin kirin, û her di vê pêwendiyê de jî ,hin pêşniyar û nêrînên derheq guherînkariyên Kurdistanê de hatine gorê,  ku wiha ne:

- Pirsgirêk û giriftên di navbera Partiyên Kurd û yekirêziya di nav mala Kurd de

- Qorbanî dan û erêkirina yekitir û parastina destkevitan

- Hilbijaritin û arîşeyên di navbera Partiyan û şerê Kursî û desthilatê bi giştî

-  Aloziyên deverê û guherînkariyên di pêşerojê de, ku Kurd çavan mifahê ji wan aloziyan werbigire, û erk û wezîfeya nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistan û hêsankariyên bo Kurd ên ku li“Swê `idê ” û yên derdorê de akincîne, û bo seferkirina bo welatan û hewcehî çi dib in

Piştevaniya nûneratiya Hikûmetê ji çalakî û pirojeyên ku bi qazanca Kurdan in di Swê `idê  û derdorê de ne.

Herwisa heyeta Hizbê spasiya rêzdar Bextiyar Ebdulrehman kir, bo vê mêhvandariyê, û herwisa Bextiyar Ebdulrehman spasiya heyeta hizbê kir û pêdagîrî li ser civînek din kir, û spasiya hevbîr û alîkariya hizbê kir di hemû aliyan de, di welatê Swê `idê  û heta di Kurdistanê de.