Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyeteke PDKÎ di konferansa Dadgeha Navdewletî ya Tawanan di Hewlêrê de beşdarî kir

19:00 - 3 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Li ser daxwaza nûnerê PDKÎ konferanseke taybet bi tawanên rejîma Îranê di Dadgeha Navdewletî ya Tawanan de birêve çû.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şandeya PDKÎ li bajarê Hewlêrê bi serperestiya rêzdar “Mihemedsalih Qadirî” di konferansa Dadgeha Navdewletî ya Tawanan de beşdarî kir.

Armanca sereke ji vê konferansê ku dehan rêkxirawên civatgeha medenî û dadwer û mamostayên zankoyê têde beşdar bûn, zext û givaş xistina zêdetir bû li ser dewleta Îraqê da ku bibe endam di Dadgeha Navdewletî ya Tawanan de, û xwe girêdayî bi yasayên Romayê bizanibe.

Bona piştgiriya vê armancê jî Hkûmeta Herêma Kurdistanê nameyek bi îmzeya 80 pailementarên Kurdistanê ji serokatiya dewleta Îraqê re şand û daxwaz kir ku hindî zûtir dewleta Îraqê bibe endam di vê dadgehê de.

Heya niha 114 welat di vê dadgehê de de endam in

Li ser daxwaza nûnerê PDKÎ li ser vê yekê pêdagirî hate kiirn ku konferaseke taybet bi tawanên dijî mirovî ên rejîma Îranê birêve here da ku ji riya rêkxirawên medenî û aliyên siyasî ên Kurdistana Rojhilat zext û givaşê bêxne ser Îranê ku di vê dadgehê de bibe endam.