Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetekî El Partî serdana Polîtbîroya PDKÎ kir

19:31 - 6 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Maytêkirina leşkeriya rejîma Îranê li Sûriyê û rewşa mafê mirov li Îranê, ji girîngtirîn mijarên rûniştina îro ya du partiyên Kurdistana Rojhelatê û Kurdistana Rojava bûn.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şandekî Partiya Demokrata Kurd (El Partî) bi serperestiya “Mistefa Îbrahîm” serdana Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê heyetekî partê ve bi serperestiya “Mistefa Hicrî” sekreterê giştî yê PDKÎ ve hatin pêşwazîkirin.
Di vê rûniştinê de rewşa Kurd li Sûriyê û tepesekirina gela han ji aliyê rejîma Beşar Esed ve bas li ser hatkirin.
Piştîwaniya rejîma Îslamî ya Îranê ji rejîma Beşar Esed û desttêwerdana leşkerî di vî welatî de basek din ya vê civînê bû.
Siyaseta xelet û şaş ya rejîma Îranê li asta navdewletî û berdewambûna binpêkirina mafê mirov û dardekirina çalakvanên Kurd û netewa xincî Farsên Îranê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve tewerek din a axavtina vê rûniştinê bû.