Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetekî PDKÎ Di salvegera avabûna Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de beşdarî kir

13:21 - 10 Şibat 2020

Heyetekî PDKÎ roja Şemî 19`ê Rêbendan (8`ê Şibat)ê li bajarê Koln a welatê Almaniyayê di salvegera avabûna Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de beşdarî kir.

Di vê rêûresmê de, peyama komîteya PDKÎ li welatê Almaniayê, ji aliyê “Saman Qesîmî” berpirsê komîtê ve hate xwindin.

Navbirî di peyama xwe de bi îşarekirin bi alogorên deverê û rûxana rejîma Îranê kir û daye zanîn, rejîma serkutkar a rejîma Îranê di serlêjiya nemanê de ye û tevî du salên derbasbûyî ku rastî sedan kirîzê navdewletî û navxweyî hatiye, desthilata wê di welatên din de jî roj li pey roj kêmtir dibe û ew rejîme ber bi sernixûniya xwe ve diçe.

Herwisa navbirî di berdewamiya peyama xwe de got: “Ew rewşa ku niha Îranê têde ye bi qazancê netewa Kurd e û me hewcehî bi hevre bûn û yekgirtineke zêdetir heye”.