Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetekî Tevgera Goran serdana Deftera Siyasî a PDK Îranê kir

18:59 - 29 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Di vê hevdîtinê de hilbijartinên parlemana Kurdistanê û nêrînên Tevgera Goran li ser pirsa siyaseta wan, bas li ser kirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, sibêdeya roja Sêşemî berwar 29’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, şandeke Tevgera Goran bi serperestiya “Dr. Mihemed Hacî” rêkxerê pêwendiyên siyasî ên vê Bizavê, serdana Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê heyeta Partê, bi serperestiya “Mistefa Hicrî” sekreterê giştî yê PDKÎ ve hatin pêşwazîkirin.
Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serbarî kêfxweşiya xwe ji serdana heyeta Tevgera Goran li Deftera Siyasî a PDKÎ, basa hilbijartinên parlemana Kurdistanê kir û yektebeyî û yekgirtina zû ya Kurd bi remza berbipêşveçûna Herêma Kurdistanê û bi zamina serkevtinê zanî.
Paşan Dr. Mihemed Hacî, kêfxweşiya xwe ji pêşwaziya germ a PDK Îranê derbirî û nêrîna Bizava Goran li ser pirsên siyasî û rewşa Herêma Kurdistanê anî ser ziman.
Di dawiya vê rûniştinê de her du alî hewla pitir bo başbûna rewşa Kurd pêdegirî kirin.