Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza Parastina Kurdî li Sûriyê hat ragihandin

15:12 - 11 Tebax 2012

Kurdistanmedia: Ciwanên tevgera Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de pêdagirî li ser hewcehiya hêzek eskerî a Kurdî di vê qonaxa dîrokî de li ser esasa rêkkevtina Hewlêrê kirine û “Hêza Parastina Kurdî” ragihandin.


Daxuyaniya wê hêzê amaje dike ku “Hêza Parastina Kurdî” li hember gef û nebûna ewlehiyê hatiye avakirin û ew hêz beşek ji şoreşa Sûriyê ye ku ji bo hiloşana rejîma Esed hewil dide, û girêdayî aştî û hêminiyê ye û wê bersivderê vê qonaxa dîrokî ku niha Sûriyê de ye bibe.
Hêza han di daxuyaniya xwe de amaje kiriye ku “em dest bo sîlah naben tenê di dema berevaniyê yan hewcehiya parastina tenahiyê û berjewendiya hevwelatiyan ne ku me necar bi çekdariyê bike”.
Hêza han bi libeçavgirtina rêkevtinnameya Hewlêrê hatiye damezrandin û wan bawerî bi hevnîştimaniya azad, aşitiya civakî û bihevre jiyanê heye.
Di dawiya daxuyaniya han de pêdagirî li ser pabendbûn bi armancên şoreşê, berjewendiya nîştimanî û gel hatiye kirin.

Pîroz be 67’mîn salvegera damezirandina PDK Îranê