
Kurdistanmedia: Çalakiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê di nava kûrahiya xaka Kurdistanê de berdewam e, û vê carê xortên Demokrat li Seqizê axabaniya (cemedaniya) çiya avêtin stûyê bajar.
Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê ragehand ku Şemiyê 16`ê Pûşperê demjimêr 7`ê êvarê, Hêza Pêşmergê Kurdistanê li gundê Kesnezan a ser bi bajarê Seqizê civîneke berfireh bo xelkê pêk anîn.
Hêza Pêşmergê Kurdistanê di vê civînê de, tirakt û wêneyên hizbî û herweha alaya Kurdistanê di nava xelkê de belav kirin.
Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê belav kir, ku Hêza Pêşmergê Kurdistanê di vê çalakiyê de bona rêzgirtina ji xebat û tekoşîna xortên kurd serdana malbatên şehîdan kirin, û bo domandina bi vê çalakiyê ew der bi cih hêlan, û bo cihekî din bi rê ketin.