Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Amerîkayê dest bi ser gemiyek hilgirê madeyên teqemenî ya Îranê de girt

16:54 - 23 Kanûna Paşîn 2022

Roja Yekşemî 23`ê Kanûna Paşîn a 2022`an, hêzên Amerîkayê dane zanîn ku wan dest bi ser gemiyek hilgirê 40 ton koda kîmiyayî ku pê madeya teqemenî tê çêkirin, li ser avên navnetewî li kendava Eman girtiye.

Hêzên Amerîkayê ragihandine ku ew gemiya hilgirê madeyên teqemenî ji Îranê hatiye û ber bi aliyekê ve hereket dikir ku berê bo qaçaxa çekan bo Hûsiyên Yemenê dihate bikaranîn.

Hêzên Deriyayî yên Amerîkayê dane zanîn ku her heman gemî sala derbasbûyî di dema veguhastina hezaran çekan ve hate girtin û bi Garda Beravî ya Yemenê hate radestkirin.

Navgana Pencem a Amerîkayê ya ku di Behrênê de dimîne ragihandiye, hêzên Amerîkayê dest bi ser 40 ton (36300 KG) koda “Ure” de girtine ku ji kîmiyayî ye û bo werzêriyê jî bikar tê û madeya sereke ya çêkirina madeyên teqemeniyê ye.

Rejîma Îranê jî heta niha derheq vê nûçeyê ti bertekek nîşan nedane.