Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên çekdar yên Îranê di gerîna Înternetê û gihandina peyamên hundirê Îranê de dest hene

13:24 - 7 Îlon 2020

Wezîrê Pêwendî û Teknolojiya Zaniyariyan “Mihemedcewad Azerî Cehromî”, gotiye ku di berfirehtirkirina lêgerîna înternetî û gihandina peyamên hundirê Îranê de, Sitada Giştî ya Hêzên Çekdarên Îranê, hevkariyê bi me re dike. Eva jî sîxurkirina rejîma Îranê bi ser torên civakî de dide xuyakirin.

Roja Yekşemî, 6ê Îlonê, Wezîrê Pêwendî û Teknolojiya Zaniyarian yê rejîma Îranê, “Mihemedcewad Azerî Cehromî”, daye zanîn: “Sitda Giştî ya Hêzên Çekdarên Îranê, bona berfirehtirkirina jêrsaxta motorên lêgerînên înternetî, pêşniyara hevkarîdanê kirin ku me ew daxwaza wan erê kir.

Herwisa navbirî got: “Peyamgihandin yekek din ji mijarê girîng e ku, Sitada Giştî ya Hêzên Çekdar, alîkariya me dike”.

Eva jî di halekê de ye ku rejîma Îranê bi taybetê hêzên ewlehî û Spaha Pasdaran a terorîst di kontrolkirina înternet û telefonan de, tim hewl daye ku dengê azadixwaziya xelkê Îranê bifetisîne û serkut bike û gotina Wezîrê Pêwendî û Teknolojyia Zaniyariyan, wê rastiyê bi fermî û bi rohnî  dide xuya.