Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Esed êrişî Kuseyrê kirin

14:58 - 20 Gulan 2013

Kurdistanmedia:Hêzên Esed, bi piştgiriya hîzbullah, him ji erdê him jî ji hewayê êriş kirin û di dawiyê de ketin bajarê kuseyrê. Esed jî daxuyanî da çapemeniya Arjantînê û dubare kir ku wê dest ji kar bernede.


Malpera trtxeber bilav kir, hêzên Esed êrişî bajarê Kuseyrê yê nêzî sînorê Lubnanê kirin.
Bi piştgiriya Hîzbullaha Lubnanê, eskerên Esed him ji erdê him jî ji hewayê êriş li dar xistin.

 
Li gor tespîtên ewil, di pêvçûnan de 20 kesan can dan.
Televîzyona El Arabiyayê diyar kir ku arteşa Esed, ketiya navenda bajêr. 

 
Muxalifan jî eşkere kirin ku hêzên Esed nexweşxaneyek jî bombe kirine.

 
Bajarê Kuseyrê, ji bo her 2 aliyan jî cîhekî gelek girîng e.
Hêzên hikûmetê, heke bajêr carek din bi dest bixin, wê di navbera Şamê û Behra Spî de bi rehetî tevbigerin.

Ji aliyê din ve jî, serokê dewleta Sûriyeyê Beşar Esed, daxuyaniyek da çapemeniya Arjantînê.
Esed diyar kir ku wê dest ji kar bernede û bi muxalifan re li maseya bazariyê rûneyne.
Esed, her çiqas ku hatibe tespîtkirin jî, bikaranîna çekên kîmyewî, dîsa înkar kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî, di derbarê Sûriye û Hîzbullahê de daxuyaniyek da.

 
Netanyahu diyar kir ku ji ber hemû îxtîmalan amade ne û nahêlin ku çekên mezin têkevin destê Hîzbullah.
 
Rojnameya îngilîstanê Sunday Timesê jî destnîşan kir ku Esed, heke îsraîl êrîş bike moşekên xwe yên herî teknolojîk ji bo ku pê li Tel Avîvê bixe, niha bikarnayne.

Di vê navberê de, hejmara penaberên Sûrî yên li dewletên cîran jî her roj zêde dibe.
 
Her roj, nêzî 2 hezar Sûrî, xwe dispêre Ûrdûnê. Tê ragihandin ku hejmara Sûriyên li Ûrdûnê, gihîştiye mîlyonek û 300 hezarî.