Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên întizamî di tepeserkirina xelkê Rojhelatê Kurdistan û Îranê de rolekî bingehîn hebûne

17:26 - 12 Çirriya pêşîn 2021

Cihgirê Fermandeya hêzên întizamî yê rejîma Îranê “Qasim Rizayî” gotiye: “Dijmin pîlan û fitinên zêde  diafirîne, wekî pîlanên salên 1388, 1389 û 1399an ku tevahiya wan pîlan û fitneyan ji aliyê hêzên me ve hatine pûçkirin, bi taybet di aloziyên sala  1388 de hêza Taybet bi beşî xwe daye xuya”.

“Rizayî” di rêûresmek taybet bi hêza Taybet a hêzên întizamî ya rejîma Îranê de bas ji vê yekê kiriye ku: “Fermandê me feqiyekî zana û ayînî bû ku di pileya xwe de ye û herwisa “Weliyê feqîh” û cihgirê Îmam Mehdî ye, lewma hêzên me yên çekdar li beranber welatên dinê cuda dike”.

Herwisa navbirî di beşeke gotinên xwe de bas ji xwenîşanderên “El-Ehwaz” kir û got: “Dijmin ji wê xwenîşandanê  mifaheke zêde vergirtiye, lê hêzên întizamî bi hevkariya xelkê pîlanên wan betal kirin”.

Ew berpirsê rejîmê di halekê de ew gotinane kirine ku di dema berî û herwisa piştî rêberiya “Elî Xamineyî” de, hêzên întizamî tev nerizayetiyên medenî û bi hêminî bi dirindanetirîn rewşê serkut kirine bi awayekê ku di şeqamên Rojhilatê kurdistanê de hezaran kes bi fermana “Elî Xamineyî” bi teqeya raste rast yên hêzên entizamî, Spaha pasdaran a terorîst û besîcan hatine kuştin.