Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Întizamî û garda dijî şoreşê bajarê Seqizê dagirtine/ Rewşa ewlehî didome + Wêne

14:48 - 7 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Paş lidarvekirina 3 girtiyên siyasî ên Kurd li Kurdistanê, rewşa ewlehiya bajarên Seqizê, Merîwanê û Sine têkçû û garda dijî şoreşê di piraniya cihand de cêgir kirin e.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, îro berwara 7’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamiya Îranê hemû hol û kolanên bajarê Seqizê dagirtiye hêzên geşt jî bi berdewamî di nav vî bajarî de digerin.
Hemwelatiyek bajarê Seqizê bi malpera “Kurdistanmedia” ragihand: Îro sibîzû hêzên dijî şoreş û kincên şexsî û hêzên Întizamî li hemû kolan û cihên giştî ên bajarê Seqizê digerin û keşekî tewaw ewlehî bi ser vî bajarî de sepandin e.
Hevwelatiyê han ku nexwast navê vî eşkere be, diyar kir: Meydana Helo, Hola Azadî, Meydana Yadbûd, Şarbanî û çar rêya Azadigan ji girîngtirîn cihên bajarê Seqizê ne, ku zaftir ji hemû cihên din ên bajar hatiye ewlehîkirin.
Ji aliyek din ve xêraya (sureta) înternetê dabezandine û pêwendîgirtin gelek estem bûye û di necam de rêkirina derve û bilavkirin û rûmala çalakiyan û bûyerên nav bajarê Seqizê estem bûye.
Paş dardekirina 3 ciwanên Kurd li Kurdistana Rojhelatê, li bajarê Merîwanê xwenîşandan birêve çû û li bajarên Sine û Seqizê jî hêzên dijî şoreşê û kincên şexsî bi armanca pêşgîrî ji her cire çalakiyek cêgir kiriye.
Di heyamê 87 rojan de paş hatine ser karê dewleta Rûhanî heya 29’ê Çiriya Pêşîn, dezgeha dadweriya rejîma Îslamî ya Îranê herî kêm 198 kes bidarvekirine, eger ew rewet bi wî awayî bidome, di yekemîn sala destelatdariya Rûhanî de Îran rikorda nû ji dardekirinê tomar dike.