Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Întizamî yên parêzgeha Kurdistanê, îzna birêve birina kole Çarşembiyê nedin

13:37 - 12 Adar 2013

Kurdistanmedia: Cêgirê hêzên Întizamî yên rejîma Îranê li parêzgeha Kurdistanê ragehand, her xweşiyk û şahiyek li roja “Kole Çarşemî”yê de qedexeye.

Mihemed Qenberî bi nûçgehaniya “Îsna”ê ragehand: Xelk li parêzgeha Kurdistanê nikarin li roja “kole çarşemî” (dawîn çarşemiya salê) de tevî yek li şeqama û taxan û seyrangehan de kom bibin.

Demeke li bajarê Sinê û çendîn bajarên din li parêzgeha Kurdistanê li serûbendê Newrozê û helbijartina serkomariya rejîma Îslamî a Îranê bi tundî ji aliyê hêzên ewlehî hatiye milîtarîze kirin.

Li bajarê Merîwanê û Sinê hêzên ewlehiyê geryana şevê danîne û zor caran jî telefonên hevwelatiyan lêgerînê dikin.

Di vê pêywendî de tevî nêzîk bûn bi cêjnên “kole çarşemî û Newroz”ê Nasir Mekarim ê Şîrazî ragehand, agir kirin li vê rojê de tiştekî “Xurafî”ye.

Elî Xamineyî sala 2010’an de gotibû: “rê û resma “Kole Çarşemî” tevî bingehên şerîetê Îslamê nahê û herame.”