Rajîma Îranê careke din, bê berçavgirtina yasayên mafê mirov, teqe li xelkê sivîl kirine û xwe ji tirsandin û êrîşkirin li ser xelkê naparêze.
Di heyamên çend rojên derbasbûyî de, çendîn girte vîdiyo di torên civakî de belav bûne ku dide xuya, hêzên Întizamî yên rejîma Îranê di bajarê “Lîkek” a girêdayê parêzgeha Kohgîlûye û Boyêr Ehmedê de, teqe li xelkê kirine û şer û lêvdan di navbera xelkê û hêzên rejîmê de qewimiye.
Di wan girte vîdyoyan de, tê xuya ku endamekî hêza Întîzamî, li ber deriyê binkeya hêzên Întizamî di wî bajarî de, xelkê dide ber gulleyan.
Di wê teqeyê de, kesek birîndar bûye û dibêje: “Îro dibe ev meimûrê teqekirî bê kuştin”.
Zaniariyên zêdetir derheq wê bûyerê heta niha hêj belav nebûne, rejîma Îranê ku di krîza rewatiyê de ye, xwe ji ti kiryarekî dijî yasayên mirovahiyê naparêze û bi berdewamî û bi her hêcetekê teqê li xelkê sivîl dike.