Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Întizamiyê rejîm mêjulê komkirina wajoyanin

16:53 - 30 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê li gel sendîkaya Teksîraniyan mêjulê komkirina îmzayan ji şofêrên teksiyên wî bajarî ye, bi armanca rewayîdana bêrêziyên bi cih û pêyên jina Kurd in.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, sendîkaya Teksîraniyan û hêzên Întizamiyê reîma Îslamiya Îranê li bajarê Merîwanê pêşiya teksiyan digrin û givaşan dixîne ser şofêran û daxwaz ji wan dikin ku foram li jêr navê “çalakiyên hêzên Întizamî pir baş û erênin” tejî dikin.

Bi gotina kesên hayîdar ew nawende bi şofêrên teksiyan gotiye eger vê forê tejî nekin, tirobêlê wan bo heyamê 3 heya 6 mehan dest bi ser digre û herweha êrîşên cezaye nexdî ji wan hetiye kirin.

Her li vê pêywendiyê de welatiyekî bajarê Merîwanê bi malpera Kurdistanmedia ragehand, çend roj berî niha me’mûrên rejîm nivîsînek li zarê xelkê ve li naw bajar de bilav kiribûn û têde hatibû bas ji sipas û pêzan ji kiriyarê hêzên Întizamî hetiye kirin.

Ew hevwelatiye di nav avavtina xwe de got: ev nivîsîne ji aliyê nawendên rejîma Îslmaiya Îranê ve bi navê hevwelatiyan hatibû nivîsîn û hiceta wan rewayîdan bi bêrêzî kirina wan bi jina Kurd bû.

Ji aliyk din ve heyamek berî niha hêzên Întizamî yê bajarê Merîwanê formek li nav hevwelatiyan û bi taybet şofêrêran bikav kiriye ku têde hatiye, “kiryarê rayedarê hêza Întîzamî (Serheng Nezerî) pir baş bûye”.
Roja 15’ê Nîsan a 2013’an, hevwelatiyek bi navê “Tufîq Dabaşî” temen 25 salî û xelkê bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên Întizamî û li ser biryara dozgeriya rejîm li bajarê Merîwanê cilubergê rengê sûr yê jinane berkiribû û li cihên giştî yê wî bajarî nîşana xelkê dabû.