Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Îtilatê welatiyekî Kurd xelkê devera Merîwanê binçavkirin

15:44 - 5 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Hîwa xelkê devera bajarê Merîwanê nêzîkê du heftî ye ji aliyê îdareya Îtilata rejîma Îranê ve hatiye girtin û çarenivîsa vî eşkere nine.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, nêzîk du heftî berî niha hemwelatiyekî Kurd bi navê “Hîwa” kurê “Sidîq”, temen 27 salî û xelkê gundê “Golçêre”a ser bi bajarê Merîwanê, ji aliyê îdareya Îtilata rejîma Îslamiy Îranê ve tê gazî kirin û destbiserkirin.
Di vê demê de heya niha tû zanyariyek ji çarenivîs û cihê ragirtina hevwelatiyê han ji ber dest nine û malbata vî jî tû agahiyek li ser Hîwa tûnin in.
Hîwa bi bê sûçekî diyarkîrî ji aliyê îdareya Îtilata rejîma Îranê ve hatiye girtin , lê basa vê heye ku navbirî bi tometa halîkarîkirina partiyên Kurdî ên dijberî rejîma Îslamiya Îranê hatibe binçavkirin.
Li gor amara hatî tomarkirin li malpera “Kurdistanmedia”, li 23’ê Îlona 2013’an ve heya niha, 21 hemwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhelatê hatine girtin.