Du hevwelatiyên Belûçî li parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê, rastî gullereşandina hêzên leşkerî yên rejîma Îranê hatin ku di encamê de 1 kes hate kuştin û yê din jî birîndar bû.
Roja Şemî 13ê Şibatê, 2 kasibkarên “Belûç” li bajarê “Sîb û Sewaran” li parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê, bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser maşîna 2 kasibkaran, 1 kes hate kuştin û yê din jî birîndar bû.
Ew 2 hevwelatiyên Belûç di devera “Peskoh” a girêdayê bajarê “Sîb û Sewaran”ê de rastî wê erîşa hêzên rejîma Îranê hatibûn.
Pêka rapora “Kempêyna Çalakvanên Belûç”, nasnameya kesê hatî kuştinê, “Qasim Erzî Zêhî”, kurê “Eydo” yê xelkê “Dizap”ê ye, lê nasnama kesê birîndarbûyî hêj nehatiye ragihandin.
Herwisa pêka wê raporê, hezên leşkerî yên rejîmê bi bê agehdarkirina berê, li ser maşîna “Qasim Erzî Zêhî”, gulle reşandibûn ku, bi wê sedemê maşîna wî tûşî qezayê bibû.
Pêka rapora çalakvanên “Mafê Mirov li Îranê”, di sala 1397an de 300 hevwelatî li 11 parêzgehên Îranê bi awayê rasterast an nerasterast, bi sedema kiryarên hêzên leşkerî rastî qezayê hatine.