
Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê belav kiriye, ku roja Şemî 3ê Banemerê, kolberek Kurd ê bi navê “Mihemed Muradî” xelkê gundê “Taze Ava” ê ser bi bajarê Selasa Bawecanî li ser sînorê Newsûdê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve rastî îşkence û azarê hatiye.
Herwisa ew kolbere li dema lipeykevtina hêzên rejîmê ji bilindahiyê ve kevtiye xwarê.
Belavbûna vîdiyoya azar û îşkenceya wî kolberê Kurd ji aliyê hêzên rejîmê li ser sînorê Newsûdê di nav torên civakî de bertekên tund ên bikarhênerên torên civakî li pey xwe aniye.
Di vê derheqê de roja Şemî 3ê Banemerê, kolberek din ê bi navê “Îhsan Keremî” xelkê bajarê Salasa Bawecanî bi sedema gullereşandina hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li ser sînorê Newsûdê destê wî hate birîndarkirin.