Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên leşkeriyên rejîmê kolberekî Kurd destbiserkirin

22:35 - 25 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd li ser sînorên bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên leşkeriyên rejîma Îranê ve dane ber guleyan û paşan hat girtin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Mutesem Mam Gulî xelkê gundê Qulquleya bajarê Mihabadê li ser sînorên Lolana bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê ve dane ber guleyan û paşan hat destbiserkirin.
Mutesem Mam Gulî şeva duşemî berwar 24’ê Hezîran a 2013’an hat girtin.
Her di vê pêwendiyê de kolberek din bi navê “Yûnis Mikayîlî” li gel komek kolberên kurdên din şeva duşemî 24’ê Hezîran a 2013’an de cihek bi navê “Xinêre” kevtine ber destdirêjiyê û di encam de Yûnis hat kuştin.
Ev kolberane tenê bi mebesta dabînkirina xercê jiyana xwe dest dane wî karê ku gelek caran canê wan kolberane jê distîne û cihê jê hûrbûna vê diyardeya kuştinê li vir de ye ku li gor benda “A” li mada 2’ya yasa qaçaxa Kalayan rejîma Îranê, eger her kalayek kêmtir ji yek miliyon tûmen buhayê wê hebe eva nakeve çarçoveya kelûpelên qaçax û cezaya wê tunye.