Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîm 141 ser bez û devarên hemwelatiyê Şinoyê dest bi ser de girt

20:25 - 7 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îslamî ya Îranê li çiyayê “Siyakêu”a bajarê Şino, 141 ser ji bez û devarên hevwelatiyan zewtkirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, ew bez û devarne di dema çerandnê li çiyayê “Siyakêu”a bajarê Şino ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi hêceta “qaçaxkirin bo Herêma Kurdistanê” hat zewtkirin.
Ajeldarên gundê “Bêjawê” li devera Şino xwediyê wan bez û deverane bûn ku şeva Çarşemî berwara 7’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hat zewtkirin.
Diyardeya zewtkirina bez û devarên ajeldarên Kurdistana Îranê li devera çiyayî û di dema çerandinê de çandîn sale ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye encam dan û di piraniya haletan de ew bez û deverane didine kuştargahê û goştê wê bi ser hêzên xwe de bilav dikin.