Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîm akinciyên gundekî Serdeştê dane ber guleyan

15:46 - 19 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Hêzên çekradarên rejîma Îslamiya Îranê li Serdeştê bi hinceta kelupelên qaçax akinciyên gundê “Bêjuê” dane ber guleyan.

Li gor nûçeya gehiştî bi malpera Kurdistanmedia, roja înê 17’ê Gulana 2013’an, hejmarek ji çekdarên rejîma Îslamiya Îranê serbarî bêrêzî kirin bi akinciyê gundê Bêjuê, dane ber guleyan.

Ew hêzane bi akinciyê gundê Bêjuê gotine eger li pêywendî li destbiser kirina kolberên ser sînoran alîkariya me nekin li gel eşkence û lêdanê rûbirû dibin.

Teqeyên hêzên rejîm tirs û nigeranî xistiye nav dilê zarokên gund û bi gotina hevwelatiyan bê evê ku kesek tiştek gotibe ew hêzane dest b teqekirinê kirin.

Li gorî dawîn zanyariyan her li gel teqekirina hêzên rejîm xelkê gundê Bêjuê bi jin û mêran hevgirtiye û ew hêzane li nav gund de derxistine.