Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîm li Pawê serbarî kuştina hevwelatiyek, birayê wî jî binçav kirin

15:28 - 7 Gulan 2013

Kurdistanmeida: Hêzên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Pawê piştî teqe kirin bi hevwelatiyekê, bi birîndarî binçav kirin û bo girtîgehê hat şandin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Mehdî Ebdullahî xelkê gundê “Banewer”a ser bi bajarê pawê ji aliyê hêzên rejîme ve bi birîndarî hat girtin.

Kesekî hayîdar ji vê bûyerê bi malpera Kurdistanmedia ragehand, nawendên pêywendîdarên rejîm bo serbest kirina hevwelatiyê han daxwaza pitir ji yek milyard Tûmen wesîqe kirine.

roja çarşem berwar 14’ê Gulan a 2013’an, Nebî Ebdullahî, Mehdî Ebdullahî xelkê gundê “Banewer” û Salih Salihî xelkê Gundê “Serkiran” a ser bi Pawê li ser rêya Sawe û Teranê ji aliyê hêzên Întizamî ve teqe ji wan hetiye kirin û li encam de Nebî Ebdullahî xelkê “Banewer”a bajarê Pawê tê kuştin.

Her li encama wê destdirêjiyê de Mehdî Ebdullahî û Salih Salihî hatin Birîndar kirin.

Destdirêjî kirin bi tirombêla wan her sê welatiyane di demekê de bûye ku tu kelupelek li gel wan nebûye.

Hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê piştî ew sê welatiyene dane ber goleyan û sê qurbanî lê kevtine, dest bi ser tirombêla wan jî digire.