Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê 2 hemwelatiyên Kurd binçavkirin

13:01 - 4 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmdia: Du heftî berî niha hevwelatiyekî Kurd xelkê Sine, ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê ve hatibû girtin, niha tû agahiyek li ser çarenivîsa wî ji ber dest nin e.
Kempêyna berewanî ji girtiyên siyasî û sivîl bilav kir, Ferzad Hacî Mîrzayî kurê Ebdulla, temen 30 salî û xelkê gundê Bawêza ser bi bajarê Sine , du heftî berî niha ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû girtin û heya niha tû pêwendiyek tevî malbata xwe tûnebûye.
Hacî Mîrzayî li bajarê Sine ji aliyê hêzên Ewlehiyan ve hatiye girtin û bo ciheke nadiyar veguhastin e.
Hêjayê gotinê ye, nûçegihaniya Kurdpa bilav kir, berwara 1\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, hevwelatiyeke din ê Kurd bi navê Kûrûş Emîrî temen 22 salî û xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê ve hat girtin û bo ciheke nadiyar veguhastin.
Li gor amara Kurdistanmedia, di destpêka meha Xezelwera 1392\'a Rojî ve heya niha 23 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin girtin.