Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê, 2 welatiyên Kurd ên Serdeştê kuşt

13:51 - 6 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: 2 hemwelatiyên Kurd ên Serdeştê di 2 bûyerên cuda lê bi awayekê de, bi destên hêzên rejîma Îslamiya Îranê hatin kuştin.


Malpera Kurdpa bilav kir, berwara 4’ê Ciriya Pêşîn a 2013’an, hevwelatiyekî Kurd bi navê “Mihemed Kerîmî” kurê “Seîd”, temen 30 salî û xelkê bajarê Serdeştê ji aliyê hêzên Întizamiyên rejîma Îslamî ya Îranê ve dane ber dest dirêjiya gulleyên raste rast û di encam de jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniya han di devê şahîdekê de bilav kir, Mihemed bê ewê ku sûçek kiribe, ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tê kuştin.
Sedema mirina hemwelatiyê Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê kelupelên qaçax bûye, lê piştî bûyerê tû kelepelek tevî navbirî nebûye.
Ji aliyek din ve, roja pênçşemî 3’ê Ciriya Pêşîn a 2013’an, hemwelatiyekî din yê Kurd bi navê “Mihemed Selîmî” kurê “Hacî Seîd”, bal pasgaha gundê Zerwaw a nêzîk bajarê Bane bûye armanca gulleyên raste rastên hêzên Întizamiyên rejîma Îslamî ya Îranê û di encam de canê xwe ji dest da.
Mihemed selîmî xwediyê 2 zarok û xêzan bûye û bi gumana hilgirtina kelupelên qaçaxî, hêzên rejîma Îranê dene ber gulleyan û di encam de navbirî can da.
Piştî vê bûyerê derdikeve ku hevwelatiyê han tû kelupelekî qaçaxî tevî nebûye.
Li gor amara hatî tomarkirin li malpera “Kurdistanmedia”, li 23’ê Îlona 2013’an ve heya niha, 9 hevwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhelatê seba gulleyên hêzên rejîma Îslamî ya Îranê bûne qurbanî.