Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê bi hecetên curbicur mêjulê dirav wergitin li akinciyên devera Hewramanê ne

21:58 - 23 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Hêzên çekdarên rejîma Îslamiya Îranê ya pasigaha Jalane heyameke givaş xistine ser akinciyên gunê Derekê a devera Hewramanê.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, heya niha hêzên pasgaha Jalane çendîn kes bi hicetên curbicur xistine jêr givaşan û herweha dirav jî ji van hatiye sitandin.

Heyamek berî niha hêzên pasgaha Jalane dest bi ser tiraktura hevwelatiyek ku mêjulê birina sûtemenî bo pompa av ji mûçeya xwe bû, girt.

Hêzên han nîzîkê 20 rojan tiraktura kesî ragirtin û piştire daxwaza 4 milyîon Tûmen dirav ji xwediyê tirakturê kiribûn.

Ji aliyek din ve heftiyek berî niha hêzên pasgaha Jalane dest li ser matora aknciyekî gundê Derekê bi navê “Husênî” de girt û piştî ezyet û mizahimetiyekî zaf û sitandina dirav, matora vî dabûnê.

Her divê pêwendiyê de çend rojan berî niha ev hêzane çûbûne nav gundê Derekê û dest bi ser mahwarên akinciyên vî gundî girtbûn.

Hêzên han serbarî bêhormetîkirin bi xelkê, hejmerek mahwarên wan li gel xwe birine.

Yek ji akinciyên gundê Derekê bi malpera Kurdistanmedia yê ragehand, xelkê gundê Derekê bi destê ezyat û mizahimetiya hêzên pasgaha Jalane wêzar bûne û her roj bi hecetekê nahêlin asayîş û ewlehiya me hebe.