Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê kolberekî din yê Kurd birîndarkirin

19:38 - 3 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Kolberekî Kurd xelkê devera Newsûdê bi gulleyên hêzên rejîma Îslamî ya Îranê hat birîndarkirin.

Ajansa nûçegihaniya “Kurdpa” bilavkir, 1’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, Kamiran Kerîmî xelkê gundê “Newrî”a ser bi devera Newsûdê bi gulleyên hêzên Leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê hat birîndarkirin û bo nexweşxanê hat veguhastin.
Kamiran Kerîmî temen 36 salî û kurê Mihemed Ezîz, a niha seba giraniya birînê di jêr çavdêriya pizişkî de ye.
Bi teqeyên hêzên rejîma Îranê, hevdem çar hespên barhelgir hatin kuştin û piştre barên wan dest bi ser de girtin.
Di vê pêwendiyê de malpera Kurdistanmedia bilav kiribû, roja Înê 1’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, hêzên Leşkerî yên rejîma Îslamiya Îranê bi awayeke raste rast hejmarek ji kolberên Kurd ên devera “Tirgewer”a Urmiyê dane ber gulleyan û di encam de kolberek bi navê “Kerîm Erebî” kurê “Cadir” bi tundî hat birîndarkirin.