Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê bi akinciyên du gundên “Merîwan”ê re ragehandiye, dibe wan gundane vala bikin

15:23 - 19 Adar 2013

Kurdistanmedia: Demeke rejîma Îslamî a Îranê serbarî zext û givaşên ser gundên devera Xav û Mîrava û Serşîweya Merîwanê, bi wan ragehandiye ku dibe wan gundane vala bikin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, rejîma Îslamî a Îranê bi heceta çêkirina “Parka Hîfezet kirî a xwezav” li gundên “Xanime Kon û Sawcî” bi akinciyên van gundane ragehandiye dibe livê biçine derê.
Di vê pêywendiyê de hêzên ser bi paygaha Hengî a Merziya gundê Qulqule yê bi berdewamî serdana gundên Xanime Kon û Sawcî dike û daxwaz li akinciyên van cihane dike ku dibe biçin.
Yek ji akinciyên gundê Sawcî bi malpera “Kurdistanmedia”ê ragehanid , ev hewla hêzên rêjîm tenê bêhurmetî bi xelkê vî deverê ye.
Hemwelatiyê han got: ev hêzane her cer bi hecetekî givaşan dêxînine se hevwelatiyên Kurd û cêkirina “parka xwezav” tu binemayek nine.

Her di vê pêywendiyê de seyrangeha “Sûrîn, Zirêbar û Qelxanî” li Merîwanê bi awayeke tund hatiye Mîlîtarîzekirin û çend rojeke sor’eta Întêrnêt bi awayeke berçav li bajarê Merîwanê kêm bûye.