
Kurdistanmedia: Hêzên dagirker ên Kurdistanê li bajar û navçeyên Şinoyê dest bi dizîn û talankirina milk û zeviyên xelkê kirine û her tişta ku dest wan dikeve, talan dikin.
Talankirin, wêrankirin û dizîna mal û semyanên xelkê, karê hertim ê hêzên dagirker e û armanca sereke a dagirkirina axa Kurdistanê jî talankirina mal û semyanên netewa Kurd e.
Êvariya Çarşemiyê 13’ê Pûşpera 1397’an a Rojî (4’ê Tîrmeha 2018’an a Zayînî), pasdar, caş û kirgirtiyên rejîmê matoreke avê a nav bax û rezên xelkê gundê Sewce ê Şinoyê dizîn. Ew hêz ji bo rêgirîkirin ji xebata xelk û pêşmergeyan li Kurdistanê hatine bicîkirin û xwe weke parêzvanên xelkê binav dikin. Lê bi karên xwe yên qirêj, rûyê xwe yê rast nîşanî xelkê û raya giştî a Kurdistan, navçe û cîhanê didin. Heman rojê, hêzên rejîmê li gundê Xanler ê Şinoyê bi zorî nan û xwarin ji xelkê standine.
Ev diyarde ji aliyekî ve siruştê çewt ê dagirkerane yê hêzên rejîmê ye û ji alî din vê rastiyê nîşanî raya giştî dide ku dorpêçên aborî ên Amerîka û welatên din ên zilhêz çiqasî bandor kirine ser aboriya rejîmê. Goşegirbûna rejîmê di warê siyasî de û jidestdana baweriyê di civaka navdewletî de, siyaseta zordarî û totaliteriyê di rêveberiya welat de, dizîna semyan û nan û xwarinên xelkê ji bo dabînkirina locestîk a girûpên terorîstî li dervey welat, rewşeke taybet li navxwe pêk aniye ku rejîm nikare wê çareser bike.
Ji ber vê, roj bi roj rejîm ji aliyê welatên zilhêz û pêşketî ve rastî givaşên aborî û siyasî tê, û di asta navxwe de jî nerazîtiya xelkê berfireh dibe û ev xelk, wê biryara xwe a dawiyê bistîne