Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê kasibkarên Kurd li devera sînorî a “Newsûd”ê dane ber guleyan

14:00 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmeida: Hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê di devra sînoriya Newesûdê, kasibkarên Kurd dane ber guleyan

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja duşemî 1’ê Tîrmeha 2013’an, kadibkarên Kurd xelkê devera bajarê Newsûdê li cihekê bi navê “Qele Gah”a ser bi devera sînoriya vî bajarî ji aliyên hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê dane ber guleyan.
Di encama vê destdirêjiyê de, çendîn ser ji hespên kasibkaran kuştin û herweha kelupelên van kasibkarane tevî xwe kirin.
Çend rojan berî niha berwar 29’ê Hezîran a 2013’an, hêzên ser sînor (Hengê Merzî)a Newsûdê bi hinceta zewtkirina kelupalên kasibkaran rijiyane nav gundê Neyîsane û bêhurmetiyakî zor bi xelkê vî gundî kirin.
Di encama hewla hêzên rejîm, şer û pevçûna xelkê û hêzên rejîma Îslamiya Îranê çêbû.

Her divê pêwendiyê de hejmarek ji kasibkar û kolberên devera Newsûdê li cihekê bi navê “Perwînî” roja çarşemî 26’ê Hezîrana 2013’an, kevtine ber boseya hêzên Hengê Merziyên bajarê Pawê.
Hêzên çekdarên rejîma Îslamiya Îranê ew kolber û kasibkarane dane ber gulleyan û piştre dest danîne ser hemî kelupelên wan. Di encama wê destdirêjiyê de10 ser hespên wan kolberane hetin kuştin.