Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên ser sînor yên rejîma Îranê bûne sedema canjidestdana hejmareke xelkê Efxanistanê

12:59 - 3 Gulan 2020

Hindek ji xelkê Efxanistanê ku ji sînor derbasî nav axa Îranê bibûn û rastî gef û êrîşên hêzên sînorî yên rejama Îranê hatin û reftara hovane ya wan hêzên rejîmê bû sedema canjidestdana hejmarek ji xelkê Efxanistanê.  

Roja Şemî, 2`ê Gulanê, termê 6 kes ji xelkê Efxanistanê ku yek ji wan zarokekî 11 salî bû, ji çemê “Herîr Rûd”ê, ji avê hatine derxsitin ku bi gitina şahidên wê bûyerê, ji aliyê hêzên sînorî yên rejîma Îranê ve bi zordarî û gefan ev avêtine nav çemê “Herîr Rûd”, û herwisa bi gotina kesên rizgarbûyê ji wê bûyerê, hêzên rejîmê ew bi zora çekan neçar kiirne ku xwe biavêjine nav çemê “Herîr Rûd”ê.

Hejmarek ji kedkarên xelkê Efxanistanê ku bi armanca kar kirin ji sinorê Îranê derbas bibûn, rastî hêzên sînorî yên rejîma Îranê hatibûn, bi gotina şahidan, ew kedkarên Efxanî rastî azara hêzên rejîmê hatibûn û bi zordarî û bi derbên çekan, 57 kes jiwan neçar kirin ku xwe biavêjine nav çemê “Herîr Rûd”ê.

Rojnameya Efxanistanê ya “Heştê Subh” a bajarê “Kabol”ê belavkiriye ku: “Di destpêkê de ew kedkar rastî gullereşandina hêzên sînorî yên Îranê hatine û piştî kutan û lêdaneke dirindane, 57 kes ji wan avêtine nav çemê “Herîr Rûd”î ku 23 kes ji wan canê xwe ji dest dane”.

Berdevkê Wezareta Derve a Efxanistanê, “Giran Hîwad” gotiye ku, Berpirsê Wezareta Derve a Efxanistanê, “Mihemed Henîf Etmer” daxwaza lêkolîneke hemûalî li ser wê mijarê kiriye.