Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên sereke yên Rojavayê Kurdistanê pêngava yekê bo yekitiyê hildan

12:51 - 18 Hezîran 2020

Partiyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê yekem pêngava girîng bona yekitiya Kurdan di Rojavayê Kurdistanê de hildan.

Encûmena Niştîmanîya Kurdî li Sûriyê (ENKS)ê û Partîyên  Yekîtîya Niştîmanîya Kurdî  (PYNK), di daxuyaniyeke hevbeş de ragehandin ku wan qonaxa yekem ya danûstandinên yekrêziya Kurdî bidawî anîne û gihîştine nerîneke sîyasî ya hevbeş.

Herweha herdû aliyan tekezî li ser wê yekê kirine ku rêketina Duhokê ya sala 2014`an ku hatiye wajokirin bibe bingeheke sereke bo berdewamiya danûstandnan.

Di vê derheqê de, Balyozxaneya Amerîkayê li Sûriyê di daxuyaniyekê de amaje bi wê kiriye ku “di 16`ê Hezîrana 2020`an de  li bajarê Heseka Rojavayê Kurdistanê, şandeyên Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) qonaxa yekemîn ji danûstandinên Kurdî bidawî anîne.”

Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye zanîn ku, “Amerîkayê vê lihevkirina pêşîn wekî pêngaveke girîng a dîrokî ber bi lihevkirineke mezintir û hevkariya pratîk pêşwazî dike. Herwisa ji bo çareseriyeke aştixwazane ji aloziya Sûriyê di bin biryara 2254 a Netewên Yekbûyî de, dê bibe alîkar heya ku yekitiyeke gişt pêkhateyên Sûrî yên dijberî rejîma Esed ava bike.”