Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên sipaha pasdaran li Herêma Kurdistanê, dest li ser 400 ser bezên welatiyan de girt

15:34 - 13 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Li çiyayên Kanî Reşê li Qezaya Çomanê hêzên sipaha pasaran a rejîma Îslmaiya Îranê, 400 ser bezê hewelatiyên wê Qezayê zewt kir.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şeva duşemî 12’ê Tebaxa 2013’an, sipaha pasdaran li çiyayên Kanî Reşê helkevtî li herêma Çomanê dest li ser 400 ser bezê hevwelatiyên gundê “Wêze”a ser bi wî herîmê de girt.
Heyamek berî niha jî sipaha pasdaran a rejîma Îslamiya Îranê li devera Balekayetî li Herêma Kurdistanê dest li ser 1000 ser bezê welatiyên wê dever de girtibû.
Hêzên han li zozanên çiyayê Helgurd a devera Balekayetî bi korahiya pitir ji yek kîlomêtir çûbûne nav axa Herêma Kurdistanê û 3 şivan dabûne ber gulleyan û paşan ew yek hezar beze tevî xwe biribûn.
Çend mehên derbas bûyî hêzên sipaha pasdaran û întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê bi awayekî domkirî dest bi ser bez û teşên hevwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhelatê jî girtin.
Hêzên rejîma Îranê ji bilî zewtkirina wan bezane, gelek caran jî serê wan dibirin û guştê wan bezane jî nav xwe de bilav dikin.
Her di vê pêwendiyê de bez û teşên pişkek li ajeldarên devera Serpêla Zehaw, Eyîwan, Pîranşehir, Qesra Şîrîn, Riwanser, Selmas û Kirmanşanê ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê tên zewt kirin.