Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Sipaha Pasdarên Rejîm êrîş kirine ser kolberên kurd ên devera Selasa Bawecanî

15:18 - 8 Îlon 2013

Hêzên Sipaha Pasdarên Rejîm êrîş kirine ser kolberên kurd ên devera Selasa Bawecanî
Kurdistanmedia: Di devera Selasê hêzên Sipaha Pasdarên rejîma Îranê êrîş kirine ser kolberên Kurd û di encam de 2 endamên Sipaha Pasdaran hatin kuştin û birîndarkirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, demijmêr 5’ê sebêdeya roja şemî berwar 7’ê Îlona 2013’an, pevçûnek di navbera kolberan û hêzên Sipaha Pasdaran û bingeha hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê li devera Selasê hate gorê û hêzên rejîm xwastine dest bi ser kelupelên wan kolberane bigrin.
Di encama wê êrîşê de pevçûnek di navbera kolberan û hêzên rejîm de hate gorê û “Riza Qurbanî” temen 25 salî û xelkê bakûrê Îranê ku yek ji çekdarên rejîm bûye hat kuştin û endamekî din yê Sipaha Psdaran jî bi tundî hat birîndakirin.
Bi gotina çavkaniya hayîdar, ew du çakdarên Sipaha Pasdaran seba gulleya berela û teqeya xwedî hêzên rejîm hatin kuştin û birîndarkirin.
Hêzên Sipaha Pasdarên rejîma Îslamiya Îranê dest bi ser hemû kelupel û tiştên wan kolberane de girtine.