Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên Taliban bi armanca kontirol kirina hemî Efxanistanê di halê pêşrewiyê de ne

13:20 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2021

Girûpa Taliban Roja derbasbûyî dest bi ser çendîn bajar û nawçên dinê ye Efxanistanê de girt û hêzên hikûmetî jî şiyana berewaniyê tunînin û paşvekêşiyê dikin.

Roja 8ê Tîrmehê girûpa Taliban di pêşrewiya xwe de karî dest bi ser zaf nawçên dinê de biger bi taybetî çendîn bajar û nawçeyên ser sinûrê Îranê û ji wan Gumrika Îslam Qela jî girt.

Çekdarên Taliban di dema girtina heçî bajar û nawçeyekê, gelek hovane kuştaran dikin û bitaybetî heçî hêzên hikûmetê bikeve dest wan, dikujin, ew jî bûye sedemê revîn û penaber bûna hezaran Serbazên Efxanî bo nava Îranê û Tacîkistanê.

Çekdarên Taliban piştî vekişyana hêzên Nato yê û Amerîka û Alman û Birîtaniya ji Efxanistanê , derfet zanîn ku êrîşî ser bajaran û navendên hikumeta Efxanistanê bikin û di wî heyamî de karîne nêzîk bi tewawî axa wî welatî bigrin û êdî hikumeta Efxanistanê di deve devê sernixuniyê de ye.

Amerîka û hêzên Hevalbendên wê jî bê helwêstin û egera hindê heye ku ba awayê nihênî Efxanistan radestî Taliban kiribin, ew egera di demekê de bi hêze ku di rewşekê de Taliban hemî Efxanistan girt, lê Balyozxanên wan welatan anku Amerîka û Birîtaniya û Alman livê mane û radigehînin ku peywendiya me dê gel wî welatî berdewam be.